Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlûl Beyt (ABNA): Gelek kes gava ku rastî zehmetî, nexweşî û tengasiyan tên, xwe winda dikin û ji cîhan û rewşa xwe giliyên xwe dikin. Sedema vê yekê ew e ku ew ji “hikmeta belayan” û armanca wan bêpar in. Lê eger wan rastiya van zehmetiyan bizanibûya, wan dê bi dilfirehî û bi hezkirin pêşwaziya wan bikira; her wiha bi sebir û îstiqamet, ji bo van derfetên azmûnê, spasiya Xwedê bikira.
Di dîrokê de em dibînin ku pêxember û evdalên Xwedê ku mirovên herî delal û nêzîkî Wî ne, herî zêde rastî belayan hatine. Li hemberî vê, gelek zordar û mirovên mufsid (têkder) di nava hemû cureyên nîmetên dinyayî de dijîn. Ayetên pîroz ên Quranê jî eşkere dikin ku Xwedê zehmetî, zirar û belayan wekî “îmtîhan” dişîne, da ku bê zanîn kî bi rastî sebir dike û kî spasiyê dike, kî jî bêşukir û kafir e.
Wekî ku di Quranê de tê ferman kirin: «اَحَسِبَ النّاسُ اَنْ یُتْرَکُوا اَنْ یَقُولُوا آمَنّا وَ هُمْ لایُفْتَنُونَ. وَ لَقَدْ فَتَنَّا الَّذِینَ مِنْ قَبْلِهِمْ فَلَیَعْلَمَنَّ اللهُ الَّذِینَ صَدَقُوا وَ لَیَعْلَمَنَّ الْکاذِبِینَ:
«Ma mirov difikirin ku tenê bi gotina “me bawer anî” dê bê ceribandin û bê azmûn bên hiştin? Me ew kesên ku ji wan berê hebûn jî ceribandibûn, da ku ew kesên rast dibêjin û ew ên ku derewan dikin, ji hev werin veqetandin.» (Sureya Enkebût, Ayet 2-3)
Dinya dişibe zanîngehekê an jî zeviyekê. Çawa ku di zanîngehê de jêhatîbûn û şiyanên her mirovekî şîn dibin, an jî çawa ku di zeviyê de tov li gorî cewhera xwe vediguhere genim, ceh an jî tiştên din; di cîhana me de jî şiyana mirov tê perwerdekirin û geş dibe. Îman û baweriya bi dil, tenê ji bo kamîlbûna derûnî ya mirov ne bes e; pêwîst e îman bi “emel” (kar) re be – ku di şerîetê de jê re tê gotin “tekliîf” (erk) – da ku di giyan û canê mirov de bibe xwedî taybetmendiyekî mayînde. Bi vî rengî, di berçavê Quranê de, rastî û derewiya îmana mirovan derdikeve holê.
Keserê ku bi eşq û hezkirinê li pey tiştekî ye ku jê re xwedî derdikeve, digihîje seadetê. Nebûna armanc û meqsedê, xirabtirîn bextreşî ye. Mirov heta ku tiştekî dixwaze, di nav lêgerînê de ye, lê gava bi dest dixe, ew tişt êdî bala wî nakêşe û berê xwe dide tiştekî nû.
Di rwayetekê de ji Pêxemberê (s.x.a) tê gotin: من مواعظ النبی صلی الله علیه وآله وسلّم: عجباً للمؤمن لایقضی اللّه علیه قضاءً إلا کان خیراً له، سرّه او ساءه. إن ابتلاه کان کفّارةً لذنبه، وإن اعطاه وأکرمه کان قد حباه.(۳)
«Ecêb e rewşa bawermend; çi qas qedera Xwedê li ser wî binivîse, ji bo wî xêr e. Çi ew bûyer wî şad bike, çi jî wî xemgîn bike. Eger belayek were serê wî, ew dibe kaffareta gunehên wî; eger jî Xwedê nîmetekê bide wî, ew dibe kerema Xwedê ya li ser wî.» (Tuheful Uqûl, rûpel 48).
Ev rastiya ku “di rêya heqîqetê de çi were serê mirov, ji bo wî xêr e”, di helbestên Hafizê Şîrazî de jî cih girtiye. Lê Hafiz vê yekê tenê ji bo “salik” (rêwiyên riya heqîqetê) dibîne, lê ev hedis vê rastiyê ji bo hemû “bawermendan” bi giştî tîne ziman.
Çavkanî:
- Sureya Enkebût, ayet 2 û 3.
- Sureya Enkebût, ayet 3.
- Tuheful Uqûl, rûpel 48.
Your Comment